Dewleta Tirk bi kirîna balefirên daxwaza kirîna balefirên şer ji Moskowa, gefê li Waşîngtonê dixwe.
Serokê Pîşesaziyên Parastinê yên Tirk Isamîl Demîr got,
Eger DYA firotina balafirên F-16 rawestîne dibe ku Tirkiye balafirên şer ên Rûsyayê bikire.
Isamîl Demîr di bernameyek ya kanalek Tirkî de axivî û got:
“Eger kirîna F-16 encam negire, Tirkiye dê bêçare nemîne.”
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî doh beriya geşta xwe ya li Afrîka anî bû ziman ku piştî peymana kirîna balafirên F-35 hat cemidandin, DYA`yê ji Tirkiyê pêşniyar kir ku balafirên F-16 bikire.
DYA`yê ji ber kirîna Enqerê ya sîstema parastina esmanî S-400 a Rûsya, Tirkiyê agahdar kir ku ew ji bernameya hilberandina F-35 dûrxistiye.
Rêveberê Karûbarên Federal a Hevkariya Teknîkî-Leşkerî ya Rûsyayê Dmitry Shugaev di demeke berê de ragihand ku eger Enqere biryara kirîna balafirên Rûsyayê bistîne, Rûsya amade ye ku danûstandinan bike.