Rûken Cemal: Rizgarkirina jina Êzîdî Kovan ji bo me serfirazî û serbilindî ye

Berdevka Navenda Ragihandinê ya YPJ`ê Rûken Cemal têkildarî Operasyona Mirovî û Ewlehiyê axivî û got:
“Ji encamên operasyonê yên herî girîng, xilaskirina jineke êzidî ji lepên DAIŞ’ê bû.
Heta rizgarkirina tevahî jinên êzidî dê têkoşîna me bidome.”

Qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku di 27’ê Çileyê de Hêzên Asayîşê bi piştgiriya QSD’ê û YPJ’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li kampa Holê dabûn destpêkirin, duh bi dawî bû.

Têkildarî operasyonê û encamên wê berdevka Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê Rûken Cemal axivî.

Rûken Cemal diyar kir ku pêwîstî bi operasyoneke wiha hebû û got:

“Ji encamên operasyonê yên herî girîng, xilaskirina jineke êzidî ji lepên DAIŞ’ê bû.

Jina Êzîdî Kovan Ebdo Xorto ku YPJ’ê 4’ê Sibatê ji destê çeteyên DAIŞ`ê rizgar kiriye, 5 sal e li kampê ye lê ji ber ku ji aliyê çeteyan rastî gefan dihat, newêrîbû nasnameya xwe eşkere bike.

Rizgarkirina Kovan Ebdo Xorto ya ji gundê Herdan ê Şengalê, ji bo me serfirazî û serbilindî ye.”

Rûken: Bi rizgarkirina Kovan Ebdo me tola jinan ji DAIŞ’ê hilanî

Rûken anî ziman ku wan bi rizgarkirina Kovan Ebdo Xorto careke din tola jinan ji çeteyên DAIŞ’ê hilanî û got:

“Mixabin çeteyên DAIŞ’ê bi riya jinan bi taybet di beşa muhecîrat de fikrê xwe yê tundraw belav dikin.

Ev xetereyeke berçav e.

Me hewl da bi rêya operasyonan, vê xetereyê ji holê rakin û yên van fikran belav dikin û di mejiya zarokan de diçînin, bigrin.”

Rûken: Heta rizgarkirina tevahî jinên Êzidî dê têkoşîna me bidome

Der barê rola YPJ’ê de di operasyonê de jî Rûken wiha got:

“YPJ’ê roleke çalak di operasyonê de lîst.

Pêşengiya operasyonê kir, her wiha erka parastina jinên di nav kampê de dimînin ji xirabiyên şaneyên DAIŞ’ê girte ser xwe.

Heta rizgarkirina tevahî jinên êzidî dê têkoşîna me bidome.”

Yekîtiya Jinên Êzidî operasyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ silav kirin

Back to top button