Ev 106 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Ev zêdetirî 3 meh in ti kes tiştekî li ser jiyana Rojnamevan Silêman Ehmed nizane.
Tiştê diyare ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiyê revandin û heta, niha aqûbeta wî nediyare.

Silêman Ehmed rojnamevanekî ji rojavayê Kurdistanê ye.

Erka wî di Ajansa Rojnews’ê de edîtorê beşa erebî wergirtibû.

Lê dema xwest ji Rojava biçe Başûr ji aliyê desthilata PDK’ê hat revandin û ev 106 roj in agahî jê nayê girtin.

Parêzerê Silêman Ehmed diyar kir ku ji dema hat revandin em hewl didin wî bibînin û dosayeya wî bixwînin.

Herî dawî 2 yê Çile tîma parêzeran ji bo hevdîtina Silêman Ehmed serî li dadwer dan.

Dadwer ferman da ku parêzer Silêman Ehmed bibînin.

Lê piştî parêzer çûn asayîşa Dihokê carek din ji aliyê rêveberiya asayîşa PDK’ê ya Dihokê ve parêzer hatin astengkirin.

Ev 105 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button