Tokîşna hêzên Asayîşê yên li dijî şaneyên narkokê didome
Hêzên Asayîşê doh li rojavayê Dêrazorê bazirganekî narkotîkê girtin.
Navenda Ragihandinê ya Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku hêzên têkoşîna li dijî narkotîkê bi kemînekê li ser bendeke kontrolê li rojavayê Dêrazorê bazirganekî narkotîkê de di sûc de girt.
Li gorî navendê, bi bazirganê hatî girtin re, 129 hebên kiptagonê hebûn, piştî bidawîkirina lêpirsînan, dê sewqî dadgehê bê kirin.