61 êriş li dijî baregehên Amerîkayê hatin kirin

Ji 17`ê Cotmehê ve herî kêm 61 êriş li dijî baregehên hêzên Amerîkayê û hêzên Koalîsyonê yên li Sûriye û Iraqê hatine kirin.

Tora El Hura li gorî rayedarekî Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku ji 17`ê Cotmehê ve herî kêm 61 êriş li dijî hêzên Amerîkayê û hêzên Koalîsyonê yên li Sûriye û Iraqê hatine kirin.

Li gorî heman çavkanî, êriş bi moşekan û dronên biçek hatine kirin; 29 êriş li Sûriyeyê, 32 jî li Iraqê çêbûne.

Her wiha hat diyarkirin ku piraniya êrişan hatine têkbirin.

Li aliyê din, heman rayedarî ragihand ku di êrişa li dijî baregeha hêzên wan a li Til Beyder a Sûriyeyê de leşkerekî Amerîkayê birîndar bûye û zirar gihîştiye binesaziyê.

Her wiha destnîşan kir ku di êrişên li djiî baregeha Eyn Esed û Herîr ên li Hewlêrê de tu zirarên madî û canî çênebûne.

Ji 17`ê Cotmehê ve, di encama êrişan de herî kêm 60 leşkerên Amerîkayê birîndar bûne.

Back to top button