HPG: 3 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê derbên xurt li dagirkeriyê dan. Di çalakiyên gerîlayan yên li Çelê û Lêlkanê de, 3 leşkerên dewleta tirk a dagirker hatin kuştin.

Her wiha Fermandariya Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo, dîmenê çalakiya 13’ê Gulanê ya li dijî MÎT a Tirk pêk aniyî weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek weşand.

Li gorî daxuyaniyê;

24’ê Gulanê li geliyê Deştanê yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê gerîlayan li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek kirin.

Di çalakiyê de 2 kozik û 2 çekên giran ên A4 ên dagirkeran hatin bêkêrkirin û bi qasî ku hat zelalkirin 3 leşker hatin kuştin.

HPG’ê dazanîn ku gerîlayên ev çalakî pêk anîn bi rengekî serkeftî li baregeha xwe vegeriyan.

24’ê Gulanê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de gerîlayan li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa Tirk a dagirker a li ser Girê Lêlikanê çalakiyek kirin.

Derbên giran li kozik û stargehên dagirkeran hatin xistin, lê hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehate zelalkirin.

Dîmenê çalakiya li dijî mîtê ya li Kanî Masî

Her wiha Fermandariya Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo, dîmenê çalakiya 13’ê Gulanê ya li dijî MÎT’ê weşand, ku li qereqola Kanî Masî hate lidarxistin.

Fermandariya Yekîneyên Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo têkildarî mijarê ev agahî parve kiribû:

13’ê Gulanê yekîneyên tolhildanê yên şehîd Bedran Gundikremo, li navçeya Amediyê ya bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê li nuqteyeke taybet a MÎT’ê ya li qereqola Kanî Masî xistin, ku artêşa Tirk a dagirker lê bû.

Derbên giran li nuqteyên dagirkeran hatin xistin.

Têkildarî kuştî û birîndar agahiyên zelal ne hatin bidestxistin.

Back to top button