Serokê Hikûmeta Şamê Beşar Esed diyar kir ku bêyî vekişandina ji xaka Sûriyeyê ew têkiliyan bi dewleta Tirk re asayî nakin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îranê (IRNA), Beşar Esed li Şamê pêşwaziya wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Amir Abdullahiyan kir.
Li gorî ajansê, Esed û Abdullahiyan li ser têkiliyên dualî û hevkariyên her du welatan axivîne.
Li gorî malpera ′Serokatiya Sûriyê′ jî Esed di hevdîtinê de anî ziman ku şertê vegerandina têkiliyan a Şamê bi Enqereyê re vekişandina Tirkiyê ji xaka Sûriyeyê ye.
Her wiha got, têkiliyên baş ên di navbera Îran û welatên Ereban de wê ji bo aramiya herêmê û pêşxistina wê baş bin.