QSD: Ji bo derxistina fitneyê, hikumeta Şamê çekdar şandin Dêra Zorê

Operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ ku QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê û bazirganên hişbirê daye destpêkirin bi hemû hêza xwe ev 5 roje didome.
QSD herî dawî bi daxuyaniyekê ragihand, ku li gundewarê Rojhilatê Dêra Zorê, çeteyan hewldan êrişî hêzên wan bikin.
Her weha hêzên hikumeta şamê ji, ji bo derxistina fitneyê, çekdar şandin gundewarê Dêra Zorê.

5 roj in operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” li dijî DAIŞ û bazirganên madeyên hişbir li Dêra Zorê didome.

Navenda Ragihandê ya Hênên Sûriya Demokratîk QSD, bi daxuyaniyekê derbarê berdewamiya operasyonê got:

Hêzên me ji bo şopandina komên çete ji aliyê rojavayê çemê Firatê ve, li gundewarên rojhilatê DêraZorê ketine tevgerê û tedbîrên din girtine.

Li vir, komek çete khewldidan êrîşî hêzên me li gundên gundewarên rojhilat bikin.

Her weha, Hikumeta şamê jî ji bilî zext û gefên ser êl û serokeşîrên herêmê, ji bo derxistina fitneyê çekdar şandin gundewarê Dêrazorê.

QSD destnîşan kirin ku hemû şêx, rûspî û navdarên herêmê li ser armanca operasyonê hatine agahdar kirin.

QSD spasiya gelê herêmê li ser piştigiriya wan a bi operasyonê re kir û bang li her kesî kir ku bi kesên dixwazin fitneyan derxin neyên xapandin.

Ji ber ku bi van lîstokan tênê aliyên derve yên li dijî herêmê disekinin, sûdê werdigrin.

Hêzên Sûrya Demokratîk tekez kir ku hêzên operasyona “Xutkirina Ewlehiyê” bi hevkariya Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê dê operayonên xwe yên şopandina şaneyên terorîst û bazirganan bidomînin.

Back to top button