Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger di çarçoveya pêngava “Werin cenga azadiyê” de, ji bo azadiya rêber Ocalan û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê, çalakiya pirtûkxaneya gerok, careke din li Hesekê dest pê kir.
Çalakiya pirtûkxaneya gerok beriya niha li kantona Qamişlo hate lidarxistin û ji 23’ê Çileyê ve ji ber êrişên çeteyên DAIŞ’ yên li ser girtîgeha Sînaa û qedexeya derketina derve, rawestiyabû.
Çalakî îro li kantona Hesekê dest pê kir.
Pirtûkxaneya gerok li çerxerêya Dêra Asûriyan ya taxa Til Hecer û kampa Waşûkanî ya rojavayê bajêr ji aliyê şêniyan ve bi kêfxweşî, hat pêşwazîkirin.
Hevseroka Komîteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Hesekê Besme Mihemed diyar kir ku ew bi vê çalakiya xwe dixwazin ku PKK’ê ji lîsteya terorê were derxistin û Rêber Apo di aliyê fîzîkî de were azadkirin û ji bo wê ew îmzeyan jî kom dikin.
Çalakî wê 3 rojan li Hesekê dewam bike û sibe wê li bajarokê Til Beyder be.
Her wiha roja 3’yemîn jî wê li herêmên başûrê Hesekê be.