Parlamentoya Lîbya serokwezîrê nû eşkere dike

Li Lîbya ne hilbijartinên giştî pêk hat, ne hikumeta demkî armanca xwe heye ku dest ji erêkê xwe berde. Parlamentoya Lîbya ragihand ku wê serokwezîrê nû eşkere bike.
Lê metirsiya wê yekê heye ku piştî daxuyaniyê şerekî nû yê desthilatdariyê li welêt rû bide.

Parlamentoya Lîbyayê wê roja Pêncşemê serokwezîrê nû yê ku ji bo serokatiya hikûmeta demkî eşkere bike.

Piştî ku hilbijartinên demokratîk ên 24’ê Kanûnê hatibûn plankirin pêk nehat û demekî nû diyar nebû, hewldana guhertina Serokwezîr Dibeybe derket pêş.

Her çiqasî parlamentoyê digot, 24’ê Kanûnê erka Dibeybe bidawî bûye, lê ti armancek ya wî nînek ku dest ji deshilata welat berde.

Sibe parlamentoya Lîbya li ser mijarê wê bicive.

Meclisa Nûneran a Lîbyayê wê eşkere bike ku wezîrê berê yê navxweyî Fethî Başaga an jî şêwirmendê Balyozxaneyê Xalid el-Baybas wek serokwezîr hilbijartiye.

Herdu berendaman 7’ê Sibatê planên xwe yên di dema hatina li ser deshilata welat de li Tobrûkê eşkere kirin.

Li aliyê din, Dibeybe doh got, ew dest ji desthilatê bernade.

Tê fikirîn ku lihevnekirina siyasî dibe sedema nakokiyan di navbera komên li welatê ku cudayî di asteke pir bilind de ye.

Back to top button