Îran..Moşeka ku heta 1,450 km diçe hate danasîn

Di van rojan de ku wê danûstandina bernameya nukleerî ya Îranê careke din destpêbike, Tehran hêza xwe a leşkerşî nîşanî cîhanê da. Bi vê armancê, Îranê ragihand ku moşeka heta 1,450 km diçe, amade ye.

Li Viyanayê danûstandinên ji bo bernameya nukleerî ya Îranê careke din destpêkirin.

Piştî vê biryarê bi rojekê, Tehranê moşekek nû ya ku bi qasî 1,450 km diçe eşkere kir.

Danasîna moşeka balîstîkî ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê ve hate parvekirin.

Li gorî agahiyên ajansê,

Moşek ji aliyê Hêza Parêzvanên Şoreşê ve hatiye amadekirin. Xwedî hêzeke mezin a tevgerê ye.

Bandora wê heta 1,450 kîlometro ye û yek ji çekên stratejîk ên Îranê ye.

Navê “Wêrankerê Hayber” lê hatiye kirin.

Hayber di sedsala 7’an de Keleha Cihûyan bû û di şer de kete bin kontrola musilmanan.

Li gorî kapasîteya hatî diyarkirin, moşeka nû ya Îranê bi hêsanî dikare li hedefên Amerîka û Îsraîlê bide.

Ser-erkanê artêşa Îranê Muhammed Bakirî ragihand ku ew ê di mijara pêşxistina bernameyên moşekan de xebatên xwe dewam bikin.

Back to top button