Meclisa Civaka Ermenî li bajarê Hesekê çalakiyeke hunerî li dar xist.
Di çalakiyê de şano, stran, dîlan û êşên gelê Ermenî û qirkirinên tê re derbas bûne hatin pêşkêşkirin.
Çalakî li hola Serdem ya taxa Mişêrfê bi peşdarbûna gelek saziyên sivîl û partiyên siyasî, hat lidarxistin.
Di çalakiyê de hevserokê Meclisa Civaka Ermen Îmad Teteryan axivî û wiha got:
“Em weke zarokên Ermeniyên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çanda xwe ya kevn ku dijmin helandiye pêşkêş dikin, da ku dewleta Tirk a dagirker bizanibe ku tu kes nikare me qir bike.”
Tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên me, em ê bi ruhê biratiya gelan dagirkeriyê têk bibin û biserkevin.”
Di çalakiyê de şanoyek bi navê ‘Ji bo me nimêj bikin’, dîlanek ji koma Artsaxê, mûzîk û stran ji hêla koma Asûrî ve hatin pêşkêşkirin.
Piştre hunermenda Suryanî ya ciwan Serly Simonyan stranên li ser folklora Suryanî pêşkêş kirin.
Çalakî bi gerandina dîlanan bi dawî bû.