KAMPA HOLÊ.. 72 HEZAR, 842 KOÇBER Û PENABERAN DIHEWÎNE

Hejmara kesên di kampa Holê de gihîşt 72 hezar û 842 penaberên ji Iraqê, koçberên Sûriyê û malbatên çeteyên DAIŞ`ê ku xwe radestî QSD`ê kirine.
Rêveberiya kampê diyar kir ku kamp tenê ji bo 40 hezar kesî û penaberên Iraqê re hatibû vekirin.

Kampa Holê 21`ê Nîsana 2016`an de hate vekirin.

Yek ji kampên herî mezin di nav kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye.

Li ser hejmara dawîn ku rêveberiya kampê derxist, Hevseroka rêveberiya kampên herêma Cizîrê Macîde Emîn axivî.

Macîde Emîn diyar kir ku heta niha û li gorî hejmara dawîn 72 hezar û 842 kes di kampê de ne.

Ji wan 21 hezar û 208 malbat ji nasnameyên cuda ji koçberên Sûriyê ne .

Li gorî hejmara dawîn ku di 25`ê Adarê de hate tespîtkirin:

Koçberên ji Sûriyê û di nav de malbatên DAIŞ`ê ji Sûriyê, gihaşt 31 hezar û 436 koçberan ji eslê 9 hezar û 20 hezar û 220 malbatan.

Penaberên Iraqê û malbatên DAIŞ`yên ji Iraqê gihaşt 30 hezar û 367 kesan. Di nav de 8 hezar û 670 malbat e.

Malbatên DAIŞ`yên biyanî gihaşt 11 hezar û 39 jin û zarokan. Di nav de 3 hezar û 318 malbat ji nasnameyên biyanî ne.

Hevseroka rêveberiya kampên herêma Cizîrê Macîde Emîn dest nîşan kir ku hîna jimartina kesên ku tên kampê dewam dike û weha bi dawî kir:

Hejmareke pir mezin gihaşt kampê.

Kamp tenê ji bo 40 hezar kesî û ji penaberên Iraqê re hatibû avakirin.

Leave a Reply

Back to top button