Ev 55 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Ji Rojnemevan Silêman Ehmed ku ji aliyê asayişa PDK’ê ve hatiyê revandin, ev 55 rojin ti agahî nayê girtin.
Derbarê revandinda Silêman Ehmed de parêzer Nerîman Ehmed û rojnamevan Bextiyar Mihemed diyar kirin ku pêşîlêgirtina karê rojnamevanan tengkirina azadiyan û binpêkirina mafên mirovame û wiha gotin:
“Divê Silêman Ehmed û hemû rojnamevanên din bên berdan.”

Ji edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 55 rojin agahî nayê girtin.

Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

PDK’ê rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel bike.

Di derbarê revandina Silêman Ehmed de yek ji parêzerên Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed axivî.

Nerîman Ehmed diyar kir ku ji dema revandina Silêman Ehmed ve, wan hewl da ku wî bibînin û dosyeya wî bixwînin û wiha got:

“Me serdana Asayîşa Giştî ya Duhokê kir. Di destpêkê de bi hinceta ku ne li wê derê ye, em asteng kirin.

Tevî ku me piştrast kir ew li wê derê ye û agahiyên li ser cihê wî di nav Asayîşa Duhokê de hene, lê piştre wan gotin ku ew li jêr lêkolînê de ye û nayê dîtin.

Piştî ku em hatin astengkirin, me serdana dadwerê asayîşa Duhokê kir da ku daxwaza dîtina Silêman Ehmed bikin.

Dadwerê asayîşê razî bû û biryar da ku em wî bibînin û piştî ku biryar gihandin Asayîşa Giştî, rê nedan ku em wî careke din bibînin.”

Bextiyar Mihemed: Girtina rojnamevanan binpêkirina yasayên Başûrê Kurdistanê ye

Her wiha rojnamevan Bextiyar Mihemed jî da zanîn ku pêşîlêgirtina karê rojnamevanan tengkirina azadiyan û binpêkirina mafên mirovane û wiha anî ziman:

“Divê Silêman Ehmed û hemû rojnamevanên din bên berdan.

Li gor yasayê pêwîste ti rojnamevanek li ser erkê xwe neyê girtin.

Her astengiyek li pêş karê rojnamevanan çêbe, tê wateya tengkirina azadiyan û di heman demê de binpêkirina mafên mirov jî.

Pêwîste Hikûmeta Başûrê Kurdistanê li gor yasayan tevbigere.

Wek tê zanîn ajansa Rojnews destura fermî ya karkirinê li Iraq û Başûrê Kurdistanê heye.

Mafê wê heye li her derê li ser her mijarek ew dixwazin kar bikin.”

Ev 54 rojin agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button