Li gundê Gom û Bamitnî yên girêdayî Licê ya Amedê şewat derket

Îro li herêmên Liceya Amedê, Çiyayê Cûdî û çoltara Roboskî yên Şirnexê agir bi qadê ket.
Şewata li Liceya Amedê û herêma girê Çiyayê Cûdî ya Şirnexê hejî didome û tu destwerdan nayê kirin.
Hate diyar kirin jiyana bi sedan gundiyên li herêmê di xetereyê de ye û banga destwerdana lezgîn hate kirin.

Îro di danê sibehê de li gundê Gom û Bamitnî yên girêdayî Licê ya Amedê şewat derket

Agir, li Mezraya Hecî Cemîl derket û gundiyan bi bêran ax koland û xwestin agir vemirînin.

Gundî hewl didin ketina gund bikolin da ku agir belav nebe

Şêniyên li herêmê destnîşan kirin ku destwerdana ku têne kirin lewaz in

Hat zanîn ku gundî hewl didin ketina gund bikolin da ku agir belavî gund nebe.

Ji bo şewata li Lîcê banga lezgîn hat kirin

Ji bo şewata li herêmê Endamê Komîsyona Bajêr û Hawîrdorê yê Baroya Amedê Prz. Ahmet Înan û endamê Lijneya Rêveberiya Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Mûrat Bîlgîç banga lezgîn kirin.

Endamê Komîsyona Bajêr û Hawîrdorê yê Baroya Amedê parêzer Ahmet Înan, got:

“Ji ber xwezaya herêmê rastiyeke ku bêyî destwerdana hewayî şewat nayê kontrolkirin.

Ahmet Înan bang li rayedaran kir ku bi awayekî lezgînî destwerdana şewatê bê kirin.

“Rewşa gundiyan bi xeter e”

Endamê Lijneya Rêveberiya Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Mûrat Bîlgîç jî diyar kir ewşa gundiyan bi xeter e û ev bang kir:

“Divê herkesên ku jiyan û welatê xwe hez dike deng bidin qêrîna gundiyan û şewata daristanê bê vemirandin.”

Li girê çiyayê Cûdî yê Şirnexê jî şewat derket

Ji bilî Licê li herêma girê Çiyayê Cûdî ya nêzîkî navçeya Cizîrê û Silopiya yên Şirnexê jî şewat derket.

Şewata ku hêj sedemê wê nehate diyarkirin ji navenda Şirnexê hate dîtin.

Li qada şewatê qeroqolên leşkerên dagirker hene

Li qada ku şewat lê derketiye gelek qereqolên leşkerî hene.

Hate diyarkirin ku şewat hêj didome û tu destwerdan lê nehatiye kirin.

Di şewata çoltarê dundê Roboskî de 10 donim daristan şewitîn

Her wiha yek ji deverên ku agir pêket çolltarê gundê Roboskî yê Şirnexê bû.

Di encama şewatê de gundiyan da zanîn ku 10 donimên daristanê şewitîn.

Hat destnîşankirin ku rayedaran tu destwerdan nekirine û gundiyan bi derfetên xwe heya nîvro agir vemirandine.

Li gel şewitandina xwezayê birîna darên li Besta û Cûdî didome

Li gel şewitandina daristinan, polîtîkaya qirkirinê a li dijî Kurdistanê bi birîna daran jî dewam dike.

Li herêmên Bestayê û çiyayên Gabar û Cûdî darên ku tên birîn li derveyî bajêr tên firotin.

Lê piştî ev rastî êdî tê zanîn vê carê dewleta tirk ji bo balê nekişîne ser xwe bi komyonên cuda cuda daran dişînin derveyî bajar.

Back to top button