UNICEF: Sala 2021 wê sala birçîbûnê be

Fona Alîkariyê ya Zarokan a NY (UNICEF) ji bo sala 2021’an hişyarî da. UNICEF’ê ragihand ku li gelek welatên cîhanê rewşa bi 10 milyonan zarokan wê di nava xelayê de bin.

Rêveberiya giştî ya UNICEF’ê diyar kir ku ji ber pandemî, rewşa avhawa û şerê heyî rewş wê hîn xerabtir bibe.

Fona Alîkariyê ya Zarokan a NY (UNICEF) hişyarî da ku sala 2021’an li gelek welatan “Sala Birçîbûnê” be.

UNICEF’ê têkildarî mijarê doh li Almanya daxuyaniyek da.

UNICEF’ê diyar kir ku li Yemen, Komara Demokrat ya Kongo, Başûrê Sûdan, Nîjerya û navenda herêma Sahelê wê 10,4 milyon zarok ji ber li gorî pêwistiyê xwarin naxwin wê bi nexweşiyan bikevin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, li heman herêman ji ber xelayê, wê zehmetiyên zêde jî bi xwere bêne.

Rêvebera Giştî ya UNICEF’ê Henrietta Fore dazanîn ku ji ber rewşa pandemî, guherîna avhewayê li welatên ku ziyan dîtiye, civak bi xelayê re rûbirû maye.

Fore anî ziman malbatên ku ji bo tiştekê li ser siferya xwe dênin dixebitîn, niha bi xelayê re rûbirû mane.

UNICEF: Pêwistî bi 1 milyar dolar heye

Li gorî rêxistinê, li Komara Demoktar a Kongoyê di rewşa heyî de nêzî 3,3 milyon zaroên ku temenê xwe kêmî 5 salîne li gorî pêwist nayên xwedîkirin.

Hata gotin li welatên, Nîjer, Burkîna Faso, Malî û Başûrê Sûdanê jî rewş metirsîdare.

Her wiha ji tevahî welatan daxwaza alîkariyê hate kirin ku bikarin bi rêya wan xwe bigihînin van welatan.

Rêxistinê balkişand li ser pêwistiyên sereke û daxuyakirin ku ji bo zarok û malbatên wan gihandina av û tiştên paqijiyê xwedî girîngiyeke zêde ye.

Fona Alîkariyê ya Zarokan a NY (UNICEF) daxuyakirin ku tenê ji bo welatên navbûrî pêwistî bi bûdçeyeke bi qasî 1 milyar dolar heye.

Back to top button