Ciwanên Şoreşger li dijî tecrîdê meşek li dar xistin

Ciwanên Til Temirê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Apo daketin qada.
Di meşê de ciwanan banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin, peyamên bilindkirina berxwedanê dan.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya navçeya Til Temirê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Apo û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê meşeke bi meşayalan li dar xist.

Meş ji pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê, dest pê kir û li kolana Kehrebeyê rawestî û veguherî mitingê.

Di mitingê de, tecrîda li îmraliyê hate şermezar kirin.

Bang li kesên xwedî wijdan hate kirin ku li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker bibin xwedî helwest.

Ciwanan her wiha êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan jî şermezar dikin.

Di dawî de bang li tevgerên ciwanan û azadîxwaz hat kirin ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo têkoşînê mezin bikin.

Back to top button