Xelkê Kobanê cenazeyê şehîd Ezda oxir kir û soza şopandina têkoşînê da

Şêniyên Kobanê cenazeyê şehîd Lîna Elo oxir kir.
Her wiha ji bo şehîd Ronahî Garê ya ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye, merasîmeke xiyabî li dar xistin.

Şehîd Lîna Elo bi nasnav Ezda Berxwedan 8’ê Tebaxê di qezayekê de şehîd bû.

Her wiha şehîd Ronahî Garê jî 22’yê Hezîrana 2023’yan li Herêmên Parastinê yên Medyayê di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûbû.

Xelkê Kobanê, endamên saziyên sivîl û partiyên herêma Firatê tev li merasîma her du şehîdan bûn.

Kesên ku axivîn qala têkoşeriya şehîd Azad kirin û gotin:

“Şehîd Ezda ji malbateke welatparêz û şopdarê rêya têkoşeran bû.

Roleke girîng di tunekirina terora DAIŞ’ê de lîst.

Şervaneke xwedî xewneke mezin bû ku gelê wê di aştiyê de bijî.”

Di dawiya merasîmê de, Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê wesîqeyên şehadeta her du şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Lîna Elo li Goristana Şehîd Dîjle hate veşartin.

Back to top button