Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anî

Partiya Sûriya Pêşerojê-Hesekê bi boneya salvegera şehadeta Hevrîn Xelef merasimeke bîranînê li dar xist.

Partiya Sûriya Pêşerojê li pêş navenda xwe ya li Hesekê konê merasîmê veda.

Endamên Kongra Star, Partiya Sûriya Pêşerojê, TEV-DEM`ê û saziyên Rêveberiya Xeweser beşdarî merasimê bûn.

Serokê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê Salih Zewbe diyar kir Armanca şehîd Hevrîn avakirina Sûriyeke azad û demokratîk bû.

Endama Kongra Star Cûmana Ubêd jî got:

“Şehîd Hevrîn girîngiyeke mezin da doza jinan û xwest ku jin jiyaneke bi-ewle bijîn.”

Şehîd Hevrîn Xelef li Minbicê hat bibîranîn

Li Minbicê jî şehîd Hevrîn bi vekirina pêşangehekê û lidarxistina şevbuhêrkekê hat bibîranîn.

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab El Ebûd tekez kir “Şehîdxistina şehîd Hevrîn Xelef, sûcek hovane bû. ”

Piştî wê, şevbuhêrkek dest pê kir û pêşangehek jî hat vekirin.

Back to top button