Li dijî komployê çalakiya li ber avahiya Konseya Ewropayê ku li Fransayê tê lidarxistin di roja xwe ya 2’an de didome.
Kurdistanî û dostên wan bi boneya protestokirina 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Çalakî di pêşengtiya endamê HDP’ê yê berê û bi beşdariya 100 kesî doh bi daxuyaniyek destpêkir.
Hunermend û siyasetmedar jî di nava çalakgeran de hene.
Çalakiya rûniştinê wê 4 rojan dewam bike.
Her komek wê dosyayek a têkildarî armanc û daxwazên çalakiyê, radestî Konseya Ewropayê bike.
Daxwazên sereke ev in; bi dawî kirina tecrîda li Îmraliyê, azadiya Rêber Apo, bi dawî kirina zextên li girtîgehan zêde dibin û yên li ser HDP’yiyan û berdana girtiyên nexweş.