Îro deriyê dibistana li pêşiya xwendekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat vekirin.
Şadî û kêfxweşî li ser rûyê xwendekaran xuya bû ku piştî batlaneya havînê dest bi xwendinê bikin.
Îro roja yekemîn a sala xwendinê ya 2023-2024 li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.
863 hezar û 388 xwendekar berê xwe dan 4 hezar û 130 dibistanan li gund, navçe, bajarok û bajarên herêmê
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi daxuyaniyekê ragihandibû,
Ku dewama rêveberî li dibistanan di 3`yê Îlonê de dest pê dike û dewama xwendekaran jî 10`ê Îlonê ye.