NY’ê ji bo 180 milyon kesan banga alîkariyê ya 46 milyar dolarî kir

Neteweyên Yekbûyî li seranserê cîhanê ji bo alîkarî dayîna bêytirî 180 milyon mirovî, banga alîkariya 46 mîlyar û 400 milyon dolarî kir.

NY’ê hişyarî kir ku ji ber şer, rewşên lezgîn a avhewayê û krîzên aborî, sala 2024’an wê bi tengaviyê derbas bibe.

Şefê alîkariya mirovî ya NY’ê Martin Griffiths wiha got:

“Wezîfedarên alîkariya mirov jiyanê rizgar dikin, bi birçîtiyê re têdikoşin, zarokan diparêzin, nexweşiyên şewbê asteng dikin û di rewşên herî dermirovî de paqijiyê pêk tînin.

Lê alîkariya ku ji civaka navneteweyî tê, bi rêjeya pêdiviyan re heman nîne.”

NY ji bo 2023’an banga alîkariyê ya 57,7 milyar dolarî kiribû, lê encex ji sedî 35’ê vê mîktarê wergirtibû.

Saziyên NY’ê alîkarî dabû 128 milyon mirovan.

Griffiths got,

“Eger em vê alîkariyê wernegirin, wê gelek mirov jiyana xwe ji dest bidin.”

Banga alîkariyê armanc dike ku operasyonên li 72 welatan fînanse bike û armanca sereke welatên mîna Sûriye, Ukrayna, Efxanistan, Etîyopa û Yemen e.

Rojhilata Navîn û Efrîqaya Bakur weke herêmên sereke ya banga vê alîkariyê hatin diyarkirin.

Ny’ê ji bo 180 milyon kesan banga alîkariyê ya 46 milyar dolarî kir

Back to top button