COP28: Ji Guterres hişyariya sotemeniya fosîl

Di wextekî ku Lûtkeya Avhewa ya NY () ber bi dawiê ve diçe de, ji Sekreterê Giştî yê NY Guterres hişyariya bo sotemeniya fosîl hat.
Guterres got; Serketina lûtkeyê bi lihevkirina li ser dest berdana sotemeniya fosîl pêkan e.

Lûtkeya Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP28) ku li paytexta Îmarat Dubaiy tê lidarxistin, sibê wê bi dawî bibe.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bang li welatên endamên NY kir ku beriya lûtke bi dawî bibe li ser dest berdana ji sotemeniya fosîl (sotemeniya madena) bigihîn lihevkirinekê.

Sekreterê Giştî yê NY diyar kir ku serketina lûtkeyê bi wê yekê ve girêdayî ye ku welatên beşdar li ser vê yekê li hev bikin û wiha got:

Ev nayê wê wateyê ku hemû welat bi hevdemî dev ji bikaranîna sotemeniyên fosîl berdin.

Guterres ev tişt anî ziman:

“Yek ji bingehên serkeftina lûtkeyê, gihandina lihevhatineke li ser terikandina sotemeniyên fosîl e:”

Di Lûtkeya Avhewayê ya NY de, tê çaverêkirin ku dora 200 welatên beşdar li ser nexşeyek rê li ser çawaniya bidestxistina armancên avhewayê yên Parîsê ku 2015 hatine pejirandin, bigihîjin lihevkirinekê.

Yek ji rojeva herî girîng a lûtkeyê ew e ku heta sala 2050’î germahiya global bi 1,5 pileyî were sînordarkirin.

Lêbelê, civaka cîhanî ji pêkanîna vê armancê dûr e.

Ji ber vê sedemê bi taybetî Yekîtiya Ewropa (YE) û Amerîka daxwaz dikin ku dest ji bikaranîna enerjiyên fosîlan weke erkek di peymana avhewayê de cih bigire.

Bi taybetî welatên hinardekarên petrolê li dijî vê daxwazê ​​derdikevin.

Back to top button