Li Nîjerya kamyona barhilgir li peyayan qelibî.
Di qezaya Trafîkê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndarbûn.
Li ser rêya Kaduna-Abuja kamyoneke barhilgir li peyayan qelibî 16 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku di qezaya trafîkê ya ku li Kaduna eyaleta Nîjeryayê qewimî de 16 kes mirin û 27 kes jî birîndar bûn.
Rêveberê Kaduna yê Ewlehiya Rê ya Neteweyî ya Nîjeryayê Kabir Nadabo di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li ser rêya Kaduna-Abuja kamyoneke ku barekî zêde hildigirt kontrola xwe winda kir û bi dehan mirov pelçiqandin.
Nadabo diyar kir ku di qezayê de 16 kes mirin û 27 kes jî birîndar bûn.
Rêveberê Kaduna yê Ewlehiya Rê ya Neteweyî ya Nîjeryayê Nadabo ani ziman ku rewşa hin kesên di bin tedawiyê de ne giran e û destnîşan kir ku fikar heye ku hejmara miriyan zêde bibe.