Li Misirê hilbijartinên serokomariyê roja 2.de ye

Li Misirê hilbijartinên serokomariyê di roja 2′yemîn de didomin.
Li gorî Desteya Nîştimanî ya Hilbijartinan a Misirê li welêt 67 milyon kes xwedî mafê dengdanê ne.
Ji wan 5 milyon kesan duh dengên xwe bi kar anîne û îro jî gelek kes çûne dengdanê.
Hilbijartin wê sibê jî dewam bike.

Li Misirê hilbijartinên serokomariyê di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.

Desteya Nîştimanî ya Bilind a Hilbijartinan ragihand ku di roja yekemîn de li tevahî navendên dengdanê hilbijartin bi rê ve çû.

Dengdayîn wê 3 rojan li 11 hezar navendan pêk were.

Li gorî Desteya Nîştimanî ya Hilbijartinan duh heta derengiya şevê ji 67 milyon hilbijêran 5 milyon deng hatin dayîn.

Ev rêje ji hilbijartinên sala 2014’an ve ya herî bilind e.

Serokomarê Misirê yê niha Ebdulfettah El Sîsî, serokê Partiya Demokratîk a Civakî Ferîd Zehran parêzer û mamosteyê qanûnên navneteweyî ê ji Partiya Wefid Ebdulsened Yemame û serokê Partiya Gel a Komarî Hazim Omer namzet in.

Şerê li Xazzeyê rojeva sereke ya hilbijartinên serokomariyê yên li Misrê ye.

Serokomarên ku tevlî hilbijartinê bûne ji bo bala hilbijêran bikşînin ser xwe piştgiriya xwe ya bi gelê Xezayê re tînin ziman.

Dengdanên li Misrê wê sibê bi dawî bibe

Li Misirê hilbijartinên serokomariyê li gor salnameya ku Lijneya Hilbijartinê ya Neteweyî diyar kiriye di 10, 11 û 12’ê Kanûnê da tên lidarxistin.

Dengdan serê sibê saet di 09:00 de dest pê dike û heta êvarê saet 21:00 berdewam dike.

Dengdana ku duh dest pê kiriye wê sibê bi dawî bibe.

Back to top button