Artêşa Sûdanê konvoya Xaça Sor gulebaran kir gelek kes birîndar bûn

Artêşa Sûdanê bi hinceta ku wesayîteke biçek a Hêzên Piştgiriya Bilez bi wan re hatiye dîtin gule li konvoya Xaça Sor a Navneteweyî reşandine.
Di encama gulebaranê de gelek kes birîndar bûn.

Artêşa Sûdanê diyar kir ku bi hinceta ji rêya diyarkirî derbas bûne û wesayîteke biçek a Hêzên Piştgiriya Bilez bi wan re hatiye dîtin gule li konvoya Xaça Sor a Navneteweyî reşandine.

Berdevkê artêşa Sûdanê Nebîl Ebdullah di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got:

“Konvoya nûnerên Komîteya Xaça Sor a Navdewletî di riya navberî de derbas bû û di wê konvoyê de hêzên Piştgiriya Bilez jî hebû.

Wesayît nêzî xeta wan ya parastinê bû ye. Ji ber vê yekê rastî êrişan me hat.

Di encama êrişa artêşa Sûdanê de agir bi konvoyê ket û gelek nûnerên Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî birîndar bûn.

Berdevkê artêşa Sûdanê diyar kir ku ew bi biryar in ku bi hemû rêxistinên navneteweyî yên ku di warê însanî de dixebitin re hevkariyê bidomînin.

Back to top button