Berdevê Polîsên Kerkûkê ragihand ku 2 kesên gumanbar, li ser şehîdxistina pêşenga jin ya Kurd Feryal Silêman Xalid hatine binçavkirin û lêkolîn dane destpêkirin.
Di 18’ê Çileyê de li taxa Serçinar ya Kerkûkê dijî siyasetmedar û çalakvana jin Firyal Silêman êrişek terorî pêkhat.
Hate zanîn ku du kesên li ser motorsîkletê û rûyê wan girtî êrişê Firyal kiribûn û li cihê bûyerê şehîd ketibû.
Berdevkê Rêveberiya Polîsan ya Kerkûkê Amir Şiwanî derbarê binçavkirina kesên li ser qetilkirina Firyal Silêman de agahiyê nû da Rojnewsê.
Amir Şiwanî got: Lêkolîn di qonaxek baş deye, dosya niha ber destê Îstîxbarata Dijî Terorê ye.
2 kesên tometbar li ser bûyerê hatine binçavkirin û lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Li Kerkûkê êrişek çekdarî: Çalakvana siyasî Firyal Xalid şehîd bû