Arteşa Îsraîlê bîlançoya 6 mehan a şer eşkere kir: 600 leşkerên me hatine kuştin

Artêşa Îsraîlê bîlançoya şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de ku 6 meh li pey xwe hişt, ragihand û da zanîn ku heta niha 600 leşkerên wê hatine kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê jî eşkere kir ku di encama şerê li Xezayê de jê 13 hezar zarok bi giştî 33 hezar û 91 kes hatine kuştin.
Her wiha hat ragihandin ji ber şer 1.1 milyon kes jî rûbirûyî birçîbûnê ango xelayê re ne.

Şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de ku 7`ê Cotmeha 2023`yan dest pê kir, 6 meh li pey xwe hişt.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê bîlançoya 6 mehên şer eşkere kir û ragihand ku ji destpêka şer heya roja îro, 600 leşkerên wê hatine kuştin.

Artêşê diyar kir ku di vê pêvajoyê de, ji Xezayê 9 hezar û 100 moşek, ji Lubnanê 3 hezar û 100 moşek û ji Sûriyeyê jî 35 moşek ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin.

Her wiha da zanîn ku di encama van êrişên bi moşekan de 41 kes hatine kuştin û 3 hezar û 188 kes jî birîndar bûne.

Di şerê li Xezayê de heta niha zêdeyî 33 hezar kes hatin kuştin û 75 hezar jî birîndar bûne

Li aliyê din Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê jî ragihand ku di encama êrişên li Xezayê de, jê 13 hezar zarok, bi giştî 33 hezar û 91 kes hatine kuştin û 75 hezar û 750 kes jî birîndar bûne.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî jî, di şerê li Xezayê de 224 xebatkarên rêxistinên xêrxwaziyê, 484 xebatkarên qada tenduristiyê û herî kêm 95 rojnamevan hatine kuştin.

Ajansa Associated Press a Îsraîlê jî ragihand ku di encama şer de ji sedî 55.9 zirar li avahiyan bûye, ji sedî 60 zêdetirî jî mal wêran bûne.

Her wiha li gorî malpera El Erebiyê jî, di encama şer de 227 mizgeft û 3 dêran zerar dîtine, ji sedî 90 dibistan wêran bûne û di encamê de pergala perwerdeyê rawestiya.

El Eerebiyê diyar kir ku ji 36 nexweşxaneyan tenê 10 nexweşxane dixebitin.

1.1 Milyon kes rûbirûyî birçîbûnê ne ango xelayê re ne

Her wiha 1.1 milyon kes rûbirûyî birçîbûnê ne û ji sedî 31 zarokên jêrî temenê 2 saliyê rûbirûyî kêmxuriniyê ne.

Di dawiyê de hat gotin ku 1.7 milyon kes ango ji sedî nêzî 70 kes koçber bûne û 90 hezar îsraîlî ji herêmên ser sînor koçber bûne.

Şerê Îsraîl û Hemasê: 182 roj

Back to top button