Li Cîhanê îstifaya berpirsan

Rejîma faşîst ya AKP’ê 21 salin li ser deshiltdariyê ne.
21 salin welat ji bo xwe kirine dojhe.
Ji ber polîtîkayên wan bi dehezaran kes mirin.
Lê rojekê jî yek wan derneket û ji ber xemsariya heyî îstifa nekir.
Piştî îstîfaya wezîrê Yewnan ya ji ber bûyera qezaya trenê, li cîhanê di bûyerên bi vî rengî de refleksên diqewimin hatin rojevê.

Li Yewnanistanê trêna rêwiyan û trêna bar li hev qelîbîn û herî kêm 57 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Piştî qezayê Wezîrê Veguhestinê Kostas Karamanlis îstîfa kir.

Li welat 3 roj şîn hat ragihandin.

dikarin dimenek yê civîna G20 ya serokên welatan dênin

Piştî îstîfaya vî wezîrê li cîhanê di bûyerên bi vî rengî de refleksên diqewimin hatin rojevê.

Li gelek welatan di karesatên wiha de berpirsirên dewlet ango deshilatê îstîfa dikin.

Lê belê li Tirkiyê tevî ku qetlîamên mezin di encama xemsariyê de diqewimin jî kesek jî îstîfa nake.

Mînakên bûyerên bi vî rengî li cîhanê gelek in, wek mînaka îstîfayê ya li Yewnanistanê.

Piştî qezaya trafîkê ya ku di 24’ê tebaxa 2018’an de li Bulgaristanê 17 kes mirin, Wezîrê Karê Hindirîn, Gihandin û Pêşketina herêmê îstifa kirin.

17’ê mijdara 2012’an di encama qezaya trênê ya ku li Qahire ya Misirê pêk hat de 49 kes mirin, Wezîrê Gihandinê Reşad El-Matenî îstifa kiribû.

Serokwezîrê Letonyayê Valdîs Dombrovskis piştî ku di 21’ê mijdara 2013’an de di encama hilweşîna banê navenda danûstendinê de 54 kesan jiyana xwe ji dest dan û got, “Berpirsiyariya min jî heye” îstifa kir.

Serokwezîrê Japonya Naoto Kan, ku ji ber rêveberiya krîzê ya bêbandor di erdheja 8,9 û tsunamî ya 11’ê adara 2011’an de hat rexnekirin, îstifa kir.

Wezîra Veguhastinê ya Kosta Rîkayê Karla Gonzales piştî hilweşîna pira ku 5 kesan jiyana xwe ji dest da îstifa kir.

Dema AKP’ê de bi dehezaran kes mirin lê ti kesî îstifa nekir

Li Tirkiyê 21 sal in AKP li ser îktidarê ye û di nava vê demê de, li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê erdhej, lehî, bobelatên madenê û bûyerên bombebaranê çêbûn.

Bi deh hezaran kes mirin, lê rojekê ji ber van bûyeran kesekî îstifa nekir.

Berovajî vê, ji mexdûran re gotin ‘bênamûs’.

Ji mexdûran re got, ‘Bênamûs’

Di bûyera dawî ya erdheja 6’ê Sibatê ku navenda xwe Mereş ya bakurê Kurdistanê bû, bêtirî 45 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

Derdora 13 mîlyon kes ji erdhejê bandor bûn.

Li cihê îstifayê Şefê Rejîma Tirkiyê Erdogan li pêşberî çapemeniyê gef li mexdûran xwar û ew bi gotinên herî qirêj sûçdar kir.

Back to top button