Amerîkayê cezayê nû li dijî Îranê sepand

Amerîka her ku diçe cezayên li ser Îranê girantir dike.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ku wan li 20 keştî û 11 kompaniyên ku bi Îranê re di nava hevrkariyê de ne, ceza birîne.

Aloziya di navbera Îran û Amerîkayê de gurtir dibin.

Amerîka her ku diçe cezayên li ser Îranê girantir dike.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ceza li 20 keştî û 11 kompaniyên li Çîn, Îmarat û Vîetnamê birîne.

Wezaretê di daxuyaniya xwe ya li ser malpera xwe parve kirî de, da zanîn ku ji ber hevkariya wan a bi Îranê re ceza hatiye birîn.

Herwiha ji ber metirsiyên li ser ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê, li dijî 28 şirket û saziyên Çînê qedexeyên bazirganiyê hatin sepandin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, her dû kompaniyên ku ceza li wan hatine birîn li Çîn, Îmarat û Vîetnamê ne.

Nûnerê Îranê yê NY têlîldarî mijarê ji ajansa Reutersê re got:

“Em fêrî van cezayan bûne, lê eger Amerîka bixwaze rojekê dev ji van cezayan berde wê zehmet be ku ev hikûmet van cezayan betal bike.”

Ji aliyê din ve, Wezareta Bazirganî ya Amerîkayê li 28 kompani û saziyên Çînê jî ceza birî.

Hate ragihandin ku ev ceza ji ber hevkariya van kampanyayan bi dewlet Îranê re hatiye birîn.

Heta niha Amerîka ji ber kiryayên dewleta Îranê gelek ceza lê biriye.

Ji ber binpêkirina mafê mirovan û zextên li ser xwepêşandêr, frotina balafirên bêmirov yên bû Rûsya yek ji sedemên din yên cezayên li ser Tehranê hatîn sepandin e.

YE ji dewlemendkirina Îranê bû uranyumê bifikare

Dewlemendirina uranyumê ji aliyê Îranê ve, yek ji sedemên din yên hêrsbûna Amerîka û welatên Yekîtiya Ewropayê ye.

Li gorî rojnameya Wall Street Journalê, Brîtanya, Fransa û Almanya dixwazin vê kiryara Îranê şermezar bikin.

Lê Serokê DYA Joe Biden jî naxwaze wê şermezar bike.

Rêveberê IAEU Groosi serdana Îranê dike

Li aliyê din Rêvebirê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê Rafael Grossî, îro serdana Tehranê dike.

Li gorî çapemeniya Îranê, wê sibe bi rayedarên dewleta Îranê re hevdîtinên di asta bilind e pêk bîne.

Back to top button