KCK: Tifaqa meydana Garê ya Enqereyê desthilata AKP-MHP tirsand

Hevseroktiya Konseya Reveber a KCK’ê, şehîdên komkujiya Meydana Garê ya Enqereyê bi bîr anî û diyar kir ku tifaqa gelê Kurd û Tirk, desthilata AKP-MHP’ê tirsand. KCK’ê da zanîn ku ew ê ji bo pêkanîna Kurdistana Azad û Tirkiya Demokratîk, têkoşîna xwe xurtir bikin.

Piştî DAIŞ û dewleta Tirk bi destê Kurdan li Rojava derbên giran xwarin, dewleta Tirk 10’ê Cotmeha 2015’an li Enqereyê dijî Kurd û hêzên demokratîk komkujiyek pêk anî.

Hevseroktiya Konseya Reveber a KCK’ê bi boneya salvegera Komkujiya Garê ya Enqereyê daxuyaniyek da.

KCK’ê şehîdên komkujiya Garê bi bîr anî û diyar kir ku dîmenê wekheviya gelê Kurd û Tirk a di mîtînga Gara Enqereyê de derket, tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê pir tirsand.

Ji bo vê jî, MÎT’a Tirk li dijî tifaqa gelan bi destê DAIŞ’ê komkujî pêk anî.

KCK’ê da zanîn ku Komkujiya Garê, dewamiya komkujiya 5’ê Hezîranê ya Amedê û ya 20’ê Tîrmehê ya Pirsûsê ye.

KCK’ê got:

Desthilata AKP-MHP’ê bi destê DAIŞ’ê dixwest têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd û gelên Tirkiyê biçewisîne.”

KCK’ê bang li hêzên demokrat, jin, ciwanû hemû Kurdan kir ku ji bo pêkanîna xeyalên tifaqa meydan Gara Enqereyê, divê hemû hêzên muxalîf dîsan werin gel hev û tifaqa demokrasiyê, Tirkiya Demokratîk û Kurdistana Azad ava bikin.

Hevseroktiya Konseya Reveber a di dawiyê de anî ziman ku:

“Ew weke hêzên azadiya Kurd li ser dilsoziya şehîdên 10’ê Cotmehê, heta ku ew têkoşîna Kurdistana Azad, Tirkiya Demokratîk bigihijînin armancên xwe, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Li ser vê bingehê, KCK bang li gelê Kurd û gelên Tirkiyê kir ku di têkoşîna dijî faşîzmê de bibin yek, Tirkiyê demokratîk bikin, dadmendî û azadiyê bi cih bînin.”

Back to top button