Di şerê navbera Qirxiz û Tacek de jimara kuştiyan gihişt 36’an

Piştî şerê navbera Ermen û Azerbeycanê de, li sînorê du welatên din yên Asya navîn şer derket. Di şerê Qirxizîstan û Tacekîstanê ku berê 3 rojan despê kiribû bîlanço giran dibe. Ji her du aliyan heta niha 36 kes hatine kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya Qirxizîstanê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Wezaretê got, piştî cenazeyê 12 kesên din yên gihiştine ber destê wan jimara giştî ya miriyan derketiye 36’an.

Ji aliyê din ve heta niha rayedarên Tacîkistanê derbarê hejmara birîndar û kuştiyên şerê li ser sînor de daxuyaniyeke fermî nedaye.

Çapemeniya herêmî ya Tacîkistanê ragihand ku di şerê li ser sînor de 39 kes mirine.

Hat diyarkirin ku piştî 16’ê Îlonê agirbest hat ragihandin, cenazeyên 24 kesên ku di nav wan de leşker jî hene, anîn nexweşxaneyên herêma Batkenê ya li başûrê welat.

Şerê çekdarî yê ku 16’ê Îlonê saetên despêka rojê despêkirî 10 saetan dewam kiribû.

Back to top button