Ukrayna banga valekirina bajarê Kupianskê kir

Rêvberiya Kîevê êdî li ser bajarên li rojhilatê welat bitirse.
Bajarê Kupiansk yê Xarkovê ku beriya niha hatibû kontrolkirin careke din, bûye armanca hêzên Rûsya.
Ukrayna beriya şer, banga valekirina bajar kir.

Ukrayna banga valakirina beşî ya bajarê Kupianskê kir.

Ev yek ji bajarên despêkê ku Rûsya kontrol kirî bû.

Lê artêşa Ukrayna bi êrişeke dijwar karî di meha Îlonê de careke din kontrola bajar bigrin destê xwe.

Bajar li herêma Xarkov ya rojhilatê Ukrayna dikeve.

Ev herêm ji bo peydakirina pêwistiyên Rûsya, roleke girîng dileyîze.

Rêveberiya Leşkerî ya Herêma Xarkov ji ber metirsiya êrişên Rûsya daxwaza valakirina bajar kir.

Hat diyarkirin ku kesên din ên li bajarê ku nifûsa wê nêzî 25 hezar e beriya şer jî dikarin herêmê terk bikin.

Ji koçberan stargeh, xwarin, alîkariyên mirovî û piştgiriya bijîşkî di nav de wê alîkarî were dayîn.

Kupiansk ku girêka hesinî ya girîng lê ye, ji destpêka êrişan ve bûye qada şerên dijwar.

Tê texmînkirin ku bi biryara valekirinê rewşa herêmê xerabtir bûye.

Zelenksy: Rewşa li Bahmutê dijwar bûye

Vê hefteyê serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy got;

Rewşa li Bahmut ku 130 kîlometre li başûrê Kupianskê ye, di asta herî dijwar de ye.

Koma Wagnerên Rûsî jî ragihandin ku wan derdora Bahmutê dorpêç kirine.

Wagner bo Zelensky: Bajarê Bahmutê vale bikin

Serokê Wagner Yevgeny Prigozhin di vîdyoyek ku roja Înê li Telegramê hat weşandin de got;

“Li derdora Bahmutê beskên dorpêçkirinê nêzîkî hev dibin.”

Prigozhin di peyamek bo Zelensky de got, wan “hema hema bi tevahî bajar dorpêç kiriye” û tenê rêyek maye.

Prigozhin bang li Zelensky kir ku bajar vale bikin.

Enstîtuya Lêkolînên Şerê vê hefteyê di daxuyaniyekê de parve kir ku leşkerên Rûsyayê “êrîşa xwe ya bejayî ya sînordar” li bakurê rojhilatê Kupianskê û li herêma Kreminna, 80 kîlometre li başûr, didomînin.

Putin cara yekem leşkerên Ukrayna bi derbasbûna sînor tewambar kir

Hemwextî vê rewşê Serokê Rûsya Putin cara yekem dibêje ku hêzên Ukrayna xwestine derbasî Rûsya bibin û êrişan pêk bînin.

Putin got;

Komeke sabotajê ya Ukrayna derbasî gundek Rûsyayê bûye û sivîl gulebaran kirine.

Kîev: Leşkerên me derbasî Rûsya nebûne

Piştî saleke ji şerê li Ukrayna cara yekeme tewambariyek di vê astê de li hember Ukrayna tê kirin.

Şêwirmendê Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky, Mikhaylo Podolyak îdiayên Rûsya red kir û got:

Rûsya dixwaze welatiyên xwe bitirsîne û bi îdiayên wiha êrişa xwe ya ser Ukrayna rawa bike.

Back to top button