Qamişlo-HRRK dijî êrişên ser Efrînê panelek li dar xist

Her weha, bi heman boneyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) panelek bi navê “Efrîn piştî 6 salên dagirkirinê” li bajarê Qamişlo li dar xist.

HRRK; bi dirûşma “58 Sirûdên hêviyê … em ê vegerin” rêze-çalakiyan li dar dixe.

Ji îro 20’ê Çile heta 18’ê Adarê wê çalakî bidomin.

Bernameya çalakiya ku dê 58 rojan berdewam bike, gelek mijarên li ser folklor, jiyana civakî, siyasî, erdnîgarîya Efrînê û şert û mercên li herêmê tê jiyîn di nava xwe de dihewîne.

Di roja yekem a çalakiyê de, bi amadebûna bi dehan şêniyên Efrînê, rewşenbîr û nivîskaran paneleke diyalogê derbarê berxwedana serdemê hat lidarxistin.

Ji Meclisa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mistefa û rojnamevan Hêbar Osman ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê dişopand beşdar bûn.

Hêvî Mistefa qonaxa beriya 20’ê Adarê, dorpêçkirin û êrîşên komên çete yên li ser Efrînê bi bîr xist.

Derbarê pêşxistina berxwedanê û rêyên ji nû ve rizgarkirina Efrînê û parastina destkeftiyên şoreşê jî hatin ziman.

Beşdaran jî bal kişand ser pêwîstiya xurtkirina berxwedanê û rêbazên rizgarkirina Efrînê û hemû herêmên din ên dagirkirî.

Çalakiyên HRRK wê bi bernameyên curbecur dewam bike.

Back to top button