Balafirên bê mirov ê Tirk li ezmanên Kobanê digerin

Rêjîma Tirk ku di warê aborî û siyaseta derve di nava aloziyeke kûr de ye, rêya xelasiya xwe dîsa di kuştina Kurdan de dibîne.
Piştî komkujiya doh a li Kobanê, îro balafirên Tirk careke din li ezmanên bajêr bûn.
Gundewarên Til Temirê jî bûn armanca êrişa topxaneyên artêşa dagirker.

13’ê Cotmehê, şefê rêjîma Tirk gefa êrişeke nû ya dagirkeriyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî xwar.

Piştî vê gexwarinê bi hefteyekê balafirên şer ên bê mirov li navenda bajarê Kobanê dan.

Di encamê de 2 ciwan şehîd bûn..

Kobanê doh careke din bû armanca êrişa artêşa dagirker.

3 şervanên QSD’ê yên nexweş deme vedigeriyan Sirrîn, di vê êrişê de şehîd bûn.

Di serî de welatên garantor, Amerîka û Rûsya, ji ber bêdengiya hêzên cîhanî, artêşa Tirk hewl dide êrişên xwe li dijî Kobanê û herêmê zêde bike.

Ji bo vê yekê jî bajarê Kobanê weke armanc hilbijartiye.

Piştî xwepêşandana bi hezaran Kobanî ya li dijî êrişên dewleta dagirker, balafirên bê mirov tevgera xwe zêde kirin.

Gundê Dirdara ê Til Temirê bû armaca êrişa topxaneyên Tirk

Ne tenê Kobanê, gundewarên herêm Til Temirê jî ev demeke dibin armanca êrişa artêşa Tirk û çeteyên wê.

Ajansa Nûçeyan a Hawar ragihand ku hêzên dagirker gundê Dirdara yê dikev e bakurê Til Temir û rêya navçeya Zirganê topbaran kirin.

Danê sibê jî gundê Til Şenan ê Asûriyan ê bi dijwarî hatibû topbarankirin.

Back to top button