Di pergala zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûrî de guhertinên nû pêk tên

Civîna Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ya ku 22’yê Cotmehê dest pê kirî, bi encamnameyekê bi dawî bû.
Di encama civînê de, hin biryarên nû yên girêdayî pergala xwendinê hatin standin.

Di encama civînê de, di mijarên girêdayî rêvebernameya zanîngehan, pergala akademîk, rêvebernameyên xweser û yên girêdayî meclisa xwendekaran de, guhartin pêk hatin.

Ji bo endamên ku ji aliyê her zanîngehekê ve were hilbijartin, wê komîteyek were avakirin û erka komîteyê ew e ku şêwirmendiya hemû endamên zanîngehê bike.

Ji bo pergala xwendinê, amadebûna xwendekaran li zanîngehan bû mercek.

Ji bo ezmûna qonaxî ya nivîskî jî, biryar hate girtin ku pileya serkeftinê ji sedî 60 be.

Piştî 2 salên din, civîna zanîngehan wê cardin were lidarxistin.

Back to top button