Rizgar Qasim: Ji gelên herêmê tê xwestin ku li hember van fitneyan yekdest bin

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Rizgar Qasim der barê gefên li ser herêmê diyar kir ku Erdogan ketiye nava tevliheviyekê, ji ber wê van gefan dixwe.
Rizgar Qasim got;

Divê pêkhateyên herêmê li dijî van êriş û fitneyan yek dest bin.
Her wiha anî zima ku şehadeta her gerîlayekî bi destê birayê xwe bi hemû pîvanan cihê şermezariyê ye.

Serokomrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan careke din gefa êrişeke leşkerî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar.

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Rizgar Qasim li ser mijarê ji ajansa Hewarê re axivî.

Rizgar Qasim da xuyakirin ku siyaseta bazariyê ya ku bi Rûsye û Amerîka re jî gihaştiye qonaxan dawî, ji lew re Erdogan bi van kirinan hewil dide fetneyê têxe herêmê.

Qasim diyar kir ku ji gelên herêmê tê xwestin li hember van fitneyan yekdest bin da ku karibin bersiva êrişên Erdogan bidin.

Qasim: Divê PDK û hemû partiyên li Başûr bi siyaseta Tirkiyê nexapin

Serokê Tevgera Nûjen diyar kir ku berpirsên Tirk eşkere dibêjin ku ew îtirafê bi Başûrê Kurdistanê nakin.

Dewlet Tirk di raya giştî de hemû xebat û siyaseta xwe ji bo reşkirina Kurdan bi kar tîne.

Ne mumikine ku dagirekriya Tirk bi vê hişmendiyê bibe dost.

Lê tevî van hemûyan PDK’ê hertim bi dewleta Tirk re dibe alîkar û kemînan ji gerîlayan vedide.

Herî dawî jî 5 gerîlayên HPG’ê li Xelîfanê şehîd kiribû.

Ji ber vê yekê divê PDK û hemû partiyên li Başûrê Kurdistanê bi siyaseta Tirkiyê ya ku wan jî dike armanc nexapin.

Dawiyê Rizgar Qasim got;

Şehadeta her gerîlayekî bi destê birayê xwe bi hemû pîvanan cihê şermezariyê ye û tiştê ku li herêma Xelîfanê qewimî tenê xizmeta dijminên Kurdan dike.

Back to top button