Artêşa Niştimanî êrîşeke çeteyên dewleta Tirk li başûrê Terablusê şkand

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê duh êvarî êrîşeke çeteyên dewleta Tirk li ser rêya balafirgeha Terablusê li başûrê paytextê têk bir. 

Odeya Ragihandina Şer a Artêşê ragihand ku çeteyan hewl didan li eniya el-Remla li başûrê Terablusê bi pêş kevin, lê hêzên wan karîbûn vê hewldanê têk bibin.

Îro vê sibê jî, li gel hewldana çeteyan ku dixwestin ber bi derdora balafirgeha Terablusê ve biçin, dîsa li heman eniyê şer rû da.

Li gorî hat ragihandin, ev êrîş jî hat têkbirin û kuştî û birîndar di refên çeteyan de çêbûn.

Navenda Ragihandinê ya Odeya Operasyonên Keramayê jî diyar kir ku aniha çete xwe ji armanckirina baregeha el-Wetiya ya li bajarê Zawiyê re amade dikin.

Pêncşema borî, Artêşa Niştimanî operasyona bi navê “Tiyûr el-Ebabîl” a asmanî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ragihandibû û di çarçoveya wê de, heya niha, kamyoneke çekên Tirkî li Misratayê hatiye wêrankirin û fakulteya leşkerî ku navenda çeteyên Sûrî ye, hatiye armanckirin.

Back to top button