5 Leşkerên hikumetê û 3 çeteyên DAIŞ’ê li Dêra Zorê hatin kuştin

Li başûrê Dêra Zorê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê de, şer û pevçûnên dijwar rû didin û heta niha bêhtirî 10 kesan ji herdu aliyan hatine kuştin. 

Çeteyên DAIŞ’ê ku xwe jinûve birêxistin dikin, êrîş birin ser nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li bejahiya derdora çiyayê Bişrî yê li başûrê Dêra Zorê û pevçûn bi çekên giran di navbera herdu aliyan de çêbû.

Navenda Çavdêriya Sûrî, kuştina 5 endamên hêzên hikumetê û 3 çeteyên DAIŞ’ê belge kir.

Çavdêriyê her wiha destnîşan kir ku rewşa hinek birîndaran giran e, ji lew re dibe ku jimara kuştiyan zêde bibe.

Back to top button