Efrîn..Istixbarata dewleta Tirk kesekî 65 salî di bin êşkenceyê de kuşt

Kiryarên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî didomin.

Li navenda Istixbarta Tirkiyê a li navçeya Mabata çeteyan şêniyê bi navê Ibrahîm Cirrê yê 65 salî kuşt.

Her weha li navçeya Bilibilê jî du kes hatin revandin.

 

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku 9 Tîrmehê, Istixbarata dewleta Trik 8 sivîl li gundê Me’imila ya navçeya Reco, revandin.

Yek ji wan şêniyê bi navê Ibrahîm Cirtê (65) bû.

Li gorî rêxistinê, piştî rojekê ji revandina Ibrahîm, çeteyan ew bi êşkenceyên giran, kuşt.

Çaranûsa kesên din yên ku hatine revandin jî ne diyar in.

Li Bilbilê çeteyan 2 kes revandin

Li aliyê din, çeteyên dewleta Tirk kalemêrê bi navê Remedan Elo yê 72 salî ji gundê Qestelê Xidriya yê Bilbilê revand.

Hat diyar kirin heta niha çarenûsa wî nediyar e.

20’ê Tîrmehê, Li gundê Qere Golê yê Biliblê jî, çeteyan ciwanê bi navê Mistefa Mihemed Qender(21) revand.

Navenda belgekirina binpêkirinan li bakurê Sûrî, ji destpêka meha Tîrmehê de, navên 36 kesên ku dewleta Tirk û çeteyên wê revandine, belgekirine.

Back to top button