Kevin Mccharty bû serokê Meclîsa Nuneran a DYA’yê

Namzetê ji Partiya Komar-parêzan, Kevin McCarthy îro piştî 15 gerên dengdayînê bû serokê Meclisa Nûneran a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA).

Hat ragihandin ku McCarthy roja înê nekarî dengên pêwîst ji bo vê erkê bi dest bixe, ji ber wê tevliheviyeke mezin di hola civînê de çêbû.

Piştî binkeftinê, yekser namzetê Californiayê McCarthy komeke parlamenterên Komarparêz ên alîgirên serokê berê Donald Trump bi astengkirina hilbijartina wî tawanbar kirin.

Endamê Komarparêzan Kevin McCarthy îro bi dengdanê bû serokê Meclisa Nûneran a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê DYA..

Hêjayê bibîrxistinê ye ku ji bo hilbijartina serokê Meclisa Nûneran, pêwîstî bi 218 dengan heye û ev erk piştî serok û cîgirê wî, sêyemîn girîngtirîn erka siyasî ya DYA’ê ye.

Back to top button