Bi sedan şêniyên Minbicê komkujiya Parîsê şermezar kirin

Ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê û êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê û her wiha bîrnîna şehîdên kumkujiyên Parîsê, li Minbic, Dêrik, Tirbespiyê û Reqayê, meş û semîner hatin lidarxistin.

Li Bajarê Minbicê, li ser banga Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajar, bi sedan şênî, di nav de jin, ciwan û endamên saziyên civakî, ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê û êrîşên dewleta Tirk, meşeke girseyî lidar xistin .

Di meşê komkujiya Parîsê ya duyemîn hat şermezarkirin û daxwaza darizandina sûcdaran hat kirin.

Her wiha hat gotin ku bêdengiya Hikûmeta Fransa ya li hember komkujiya yekemîn ku li Parîsê pêk hat, hişt ku komkujiya duyemîn jî pêk were .

Li Dêrik, Tirbespiyê û Reqa semîner hatin organîzekiri

Li Dêrik, Tirbespiyê û Reqayê jî ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê û bîranîna Şehîdên ku du herdu komkujiyên Parîsê de hatin şehîdxistin, semîner hatin lidarxisitn .

Di semîneran de hat destnîşankirin ku bi van komkujiyan dixwazin îradeya gelê Kurd û bi taybet jinên Kurd, têk bibin.

Şehîdên komkujiya Parîsê li kampa serdem hatin bîranîn

Bi heman armancê, endamên Kevana Zêrîn a Efrînê li Kampa Serdem daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em ê li ser rêya şehîdên doz û hunera azadiyê bimeşin û van qetlîaman bi tundî şermezar û lanet dikin.

Em bang li hemû jinên cîhanê û hunermendan dikin ku li hemberî qirkirina çandî û qetlîama jinan, yekitiya xwe ava bikin û cîhanê biguherînin.”

Back to top button