Çeteyan 2 welatî ji bajarê Efrîna dagirkirî revandin

Sûc û hovîliya dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî û bi taybet li Efrînê dewem dikin. Çeteyên Dewleta Tirk 2 welatî revandin û 87 darên zeytûnan ên li Efrîna dagirkirî birîn. Li navçeya Cindirêsê jî di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El Şam û El Emşat alozî derket.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihandin ku çeteyên bi navê Polîsên sivîl 2 welatiyên taxa Mehmûdiyê ya li navenda bajarê Efrîna dagirkirî revandin.

Li gorî Tora çalakvanan, navên kesên hatine revandin wiha ye.

Mohamed Ibrahim Manla Mohamed (49) û Dogan Mihemed Manla Mihemed (48).

Çeteyan ew birîn cihekî nediyar û heta niha çarenivîsa wan nayê zanîn.

Çeteyên dewleta Tirk “87” darên zeytûnê yên Efrîniyan birîn

Birîna daran û guhertina demografiya Efrînê jî dewam dike.dike.

Li gorî tora çalakvanên Efrînê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker “15” darên zeytûnan ji zeviya welatiyekî gundê Qîbarê yê navenda Efrînê birîne.

Her wiha li derdora gundê Telfa yê navçeya Cindirêsê jî çeteyan 60 darên zeytûnê ji zeviyê welatiyê bi navê Elî Elî birîne.

Li gundê Tirindê yê girêdayî Efrîna dagirkirî jî çeteyên bi navê polîsên sivîl 12 darên zeytûnê birîn.

Çete darên ku dibirin li bazaran weke êzing difroşin.

Li navçeya Cindirêsê di navbera çeteyan de alozî derket

Li aliyê din, duh çeteyên Heyet Tehrîr El Şam hêzeke mezin ber bi navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî ve birin.

Îro jî çeteyên Tehrîr El-Şam riya di navbera Efrîn û Cindirêsê de girtin.

Li ser vê yekê, di nava hin çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û çeteyên Silêman Şah de alozî derket.

Back to top button