Tevgera Hîlala Zêrîn şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anî

Koordînasyona Kongra Star û Tevgera Hîlala Zêrîn bi daxuyaniyan şehîd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anîn.

Tevgera Hîlala Zêrîn jî bi daxuyaniyekê şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr, îşarest bi komkujiyên li dijî jinan kir û got: Jinên Kurd pêşengiya meşa azadî û demokrasiyê dikin, ji ber wê dewleta Tirk a dagirker li her derê wan dike hedef.

Tevgerê destnîşan kir ku zîhniyeta dewleta Tirk a dagirker û şirîkên wê yên di hikumeta Fransayê de, qirkirina jinan û gelê Kurd kiriye armanca xwe ya sereke.

Tevgera Hîlala Zêrîn dawiyê diyar kir ku rejîma kujer bi rêbazên xwe yên hovane û bi rêya tecrîda li ser rêber Ocalan dixwaze rê li pêşiya têkoşîn û azadiya jinan bigire û ji bo tunekirina felsefeya “Jin, jiyan azadî” komkujiyan pêk tîne.

Back to top button