Dewleta tirk a dagirker ku xaka başûrê kurdistanê dagir kiriye, ji ber çalakiyên gerîla felc bûye.
Gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên artêşa tirk a dagirker yên li xakurkê çalakiyên bi bandor pêk anîn.
HPG’ê ragihand ku di encama van çalakiyan de 5 leşker hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li Xakûrkê û êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastina Medyayê daxuyaniyek nivîskî weşand.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 21’ê Gulanê li herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastina Medyayê li dijî artêşa dewleta tirk rêze çalakî pêk anî.
Li gorî vê;
Gerîlayan saet 13:30’an li dijî dagirkerên ku li Tepê Lêlîkanê bi cih bûbûn bi çekên giran çalakiyek pêk anîn.
Di çalakiyê de bi giranî li çeper û baregehên dijmin hate xistin û hejmara kuştî û birîndaran nehate zelalkirin.
Saet 16:30′ de gerîlayan cara duyemîn li heman cihî çalakiyek din lidarxist.
Gerîlayan ji du baskan ve bi serketî li çeperên dijmin xistin û 2 leşker hatin kuştin.
Her wiha cekên li ser leşkeran jî hatin rakirin.
Piştî çalakiyê artêşa tirk a dagirker bi desteka helîkopterên kobra kuştî û birîndarên xwe ji herêmê bir û bi balafirên şer herêma Şehîd Şervan, derdora çemê Lolanê, neqeba Lêlikan û Êlîdirêj bombe kir.
HPG’ê dazanîn ku gerîlayên çalakî pêk anîne bê ku ziyan bibinîn gihiştine noqteyên xwe.
Li aliyekî din saet 17:00’an gerîlayan li neqeba Elidirêj li dijî komeke leşker ku xistin bin kontrola xwe çalakiyek pêk anîn.
Di encamê de 3 leşker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.
Artêşa dagirker kuştî û birîndarên xwe bi rêya helîkopteran ji herêmê birin.