DEM Partî li navçeyên Erziromê bi gel re hate bahev

DEM Partî hevdîtinên xwe ên di çarçoveya hilbijartinan de bi gel re didomîne.
Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tûncer Bakirhan li navçeyên Erziromê tev li hevdîtina bi gel re bû.
Tûncer Bakirhan diyar kir ew ê qeyûman di sindoqan de bihêlîn û derseke dîrokî bidin desthilatê.
Her wiha li Wanê jî Dem Partiyê bi merasîmekê buroya navendî vekir û merasîm bi tevlîbûna hezaran veguherî mitîngê.

Ji hilbijartinên xwecihî ango şarederiya yên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê re kêmî mehek man.

Di vê çarçoveyê de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî lez dane xebatên xwe.

Û ji bo rizgarkirina îradeya gel ji qeyûman serdanên xwe ên li bajar û navçeyan didomînin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tûncer Bakirhan li navçeya Qereyazî ya Erziromê tev li hevdîtina bi gel re bû.

Di hevdîtina li ber bûroyo de ewil namzetên hevşaredariyê yên navçeyê axivîn û peyamên serkeftinê dan.

Tuncer Bakirhan: Em ê qeyûman di sindoqan de bihêlin

Paşê Tuncer Bakirhan girse silav kir û anî zima wê bi rêjeyeke dengan a zêde dê şaredariyan qezenc bikin.

Bakirhan diyar kir ew ê qeyûman di sindoqan de bihêlin û got:

“Em ê vê carê derseke wiha bidin wan ku tu caran ji bîr nekin. Dem dema me ye.”

Piştî hevdîtina li wir Hevserokê giştî Bakirhan derbasî navçeya Xinûsê bû bi xelkên herêmê re hate bahev.

Vekirina buroyê veguherî mitîngê: Wan mîzgîniya serkeftinê da

Di heman çarçoveyê de li Wanê jî Dem Partiyê bi merasîmekê buroya navendî vekir.

Mersîma vekirinê bi tevlîbûna hezaran welatiyan veguherî mitîngê.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk DBP’ê Keskîn Bayindir beşdarî merasîmê bû.

Keskîn Bayindir destnîşan kir ku li Wanê girseya gel mizgîniya serkeftinê da û bang li hilbijêrên Kurd ên ku heya niha piştgirî didan AKP’ê kir

Bayindir got,

“Divê kesên xwedî wijdan, di nava siyaseta wan de cih negirin.

Êdî li wir nesekinin, mala we ev der e, cihê ku hûn ê pê serbilind bibin, ev der e. E

m soz didin ku heta hêza me hebe em ê xizmetê ji we re bikin.

Piştî axaftinê buroya hilbijartinê bi çepik û tilîliyan hate vekirin.

DEM Partî ji bo şarederiyan ji destê qeyûman rizgar bike xebatên xwe didomîne

Back to top button