Li gundekî navçeya Tirbespiyê, di encama şewatekê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Heso Retla yê 15 km dikeve başûrê rojhilatê Tirbespiyê, agir bi mirîşkxanekê ket.
Di encama şewatê de, ji malbatekê 3 zarok ku li mirîşkxanê dixebitîn, jiyana xwe ji dest da.
Hate diyarkirin ku ji ber teqandina sobeyê agir derketiye.