Amerîka…çekdarekî gule li sivîlan reşand, 3 kes hatin kuştin

Li wilayeta Illinois a Amerîkayê di encama gulebaranekê de, 3 kes hatin kuştin.

Çekdarekî li hindirê holeke Boling ê li li barajê Rokford ê wilayeta Illinois gule li sivîlan reşandin.

Di encama êrîşê de, 3 kes hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Fermanderê polîsa bajêr Dan Odîşa ragihand ku piştî bûyerê kesek ku tiliya wî di bûyerê de heye hat girtin.

Sala 2020 ji bo vê wîlayetê ya herî bi xwîn bû, ku di nava wê de 35 kes hatin kuştin.

Berî 2 rojan li bajarê Nashville ya Amerîkî jî, di encama teqîna erebeyeke bombebarkirî de, 3 kes hatibûn kuştin.

Back to top button