Delegasyona Navneteweyî ya Hiqûqnasan a Li Dijî Tecrîdê” li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hevdîtinên xwe bi dawî kir.
Endamên Delegasyonê diyar kirin ku ku tecrîda mutleq li dijî mafên mirovan e. Polîtîkaya tecrîdê ya îro li dijî Abdullah Ocalan tê meşandin û muameleya li girtiyên siyasî ji bo Ewropayê gelekî girîng in.
Li Tirkiyê navê te çi be jî hun ne bawer in ku hûn ê bi awayekî adil bên darizandin.”
Delegasyona Navneteweyî ya Hiqûqnasan a Li Dijî Tecrîdê” ku ji bo balê bikişîne ser tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan hat avakirin, hevdîtinên xwe li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi dawî kir.
12 parêzerên ji Swêd, Afrîkaya Başûr, Îspanya, Îtalya û Norwêcê piştî serdanên li Amedê, li Stenbolê bi saziyên sivîl re bi rêze hevdîtin pêk anîn.
Lena Charlotta: Abdullah Ocalan ji mafê xwe yê mirovî bêpar e
Endama Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê Lena Charlotta Lagnander têkildarî serdan û tecrîda li Îmraliyê de axivî
Lena Charlotta got: Rewşek heye ku di gelek mijaran de Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên din, ji mafên xwe yên mirovî bêpar in.
Em mafên mirovan ên bingehîn diparêzin û divê xwegihandina wan pêkan be.”
Lena serdanên wan yên sala borî jî bibrîxist û wiha anî ziman:
“Tişta herî girîng ku em dikarin bikin ev e ku em tiştê ku me li vir dîtiye ragihînin.
Şopandına qanûnên neteweyî û yên navneteweyi gelekî girîng e.
Ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên polîtîk yên din parastina mafên mirovan gelekî girîng e.”
Akademîsyen de Majo: Tecrîd Pêkanîneke li derveyî mirovahiyê ye