30 Mijdarê roja bîranîna qurbaniyên şerê çekên kîmyewî ya cîhanî

Bi boneya 30’ê Mijdarê Roja Bîranîna Hemû Qurbaniyên Şerê Kîmyewî, 131 akademîsyen, çalakvan, nûnerên civaka sivîl û siyasetmedar navneteweyî ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî (OPCW) û ji gelek saziyên din re nameyeke vekirî nivîsand. Di nameyê de hate gotin ku divê Hikumeta herêma Kurdistanê destûr bide lêkolîneran da ku mijara bikaranîna çekên kîmawî were zelal kirin.

30 Mijdarê, roja cihanî ya biranîna qurbaniyên şerên kîmyewî ye.

Lê tevî hebûna vê rojê û saziya taybet bi qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî OPCW, dewleta Tirk li pêş çavên cihanê, li kurdistanê van çekan niha li dijî Gerîla bi kar tîne..

131 Rêxistin û kesayetan banga rawestandina bikaranîna çekên kîmyewî kirin

131 rêxistin, Akademîsyen, çalakvan, sendîkavan, nûnerên civaka sivîl li ser asta cihanê, bi vê boneyê ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî OPCW’ê, hikumeta dewleta Tirk û hikumeta Başûrê Kurdistanê re nameyeke vekirî nivîsand.

Di nameyê de hate diyar kir ku 18’ê cotmehê, medyaya herêmî dîmen belav kirin ku bandorên çekên kîmyewî li ser 2 gerîlayên PKK’ê nîşan dide.

Her wiha hate gotin ku ev her du gerîla di nav komeke ji 17 gerîlayan de bûn û di encama êrişên kîmyewî de şehîd bûbûn.

Li gor nameyê, divê edalet û hesabpirsîna kesên ku qanûnên navneteweyî binpê dikin were pêkanîn.

Ji OPCW’ê hate xwestin ku guhertinê têxe mekanîzmayên lêpirsînê da ku aliyên çekên kîmyewî bikar tînin, bigihîjin dadweriyê..

Ji dewleta Tirk jî hate xwestin ku hemû êrişên xwe li Iraqê û Sûriyê bi dawî bikin.

Di nemeyê de ji Hikumeta Herêma Kurdistanê jî hate xwestin ku destûrê bide lêkolînerên navneteweyî da ku bikaranîna çekên kîmyewî werer zelal kirin.

Her wiha ji hikumetên pêwendîdar jî hate xwestin ku zextê li Tirkiyê bikin da ku operasyonên leşkerî yên li Iraq û Sûriyê bi dawî bike.

Back to top button